Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — “Rapora Hatina Karwanê Îmam Husên (S) bo Axa Kerbelayê"
Beşa duyemîn:
Îmam Husên (S) di roja duyemîn a meha Muherremê ya sala 61ê hicrî de, bi tevahiya hevalên xwe re gihîştin axa Kerbelayê [1]; ev destpêka epîkên mezin ên Aşûrayê ye [2]. Karesat û nexweşiyên li ser malbata Pêxember (s.x.a) ji roja duyemîn a Muherremê, anku dema gihîştin Kerbelayê dest pê kir û roj bi roj rewş li ser wan girantir bû [3].
Îmam Husên (S) dema gihîşt Kerbelayê, pêşî rû li hevalên xwe kir û wiha fermo:
«النَّاسُ عَبيدُ الدُّنْيا وَ الدِّينُ لَعِقٌ عَلى أَلْسِنَتِهِمْ، يَحُوطُونَهُ ما دَرَّتْ مَعايِشُهُمْ، فَإِذا مُحِّصُوا بِالْبَلاءِ قَلَّ الدَّيَّانُونَ؛
(Mirov bendeyên dinyayê ne û dîn tenê tiştek e ku li ser zimanê wan e; heya ku jiyana wan bi dînê re geş be, ew wê diparêzin, lê gava ku bi zehmetiyan tên ceribandin, hejmara dîn-daran kêm dibe)» [4].
Wê demê Îmam pirsî: «Ma ev der Kerbela ye?» Bersiv dan: «Erê ey kurê Pêxember!» Îmam (S) fermo: «هذا مَوْضِعُ كَرْبٍ وَ بَلاءٍ، ههُنا مَناخُ رِكابِنا، وَ مَحَطُّ رِحَالِنا، وَ مَقْتَلُ رِجالِنا، وَ مَسْفَكُ دِمائِنا؛ (Ev ax, ciyê xemgînî û belayê ye. Ev der ciyê razana deveyên me, barhilgirtina karwanê me, şehîdbûna mêrên me û rijandina xwîna me ye)» [5, 6].
Seyîd bin Tawûs di pirtûka xwe «Meqtel el-Lehûf» de derbarê hatina karwanê Îmam Husên (S) de wiha tîne ziman: فَلَمَّا وَصَلَهَا قَالَ: مَا اسْمُ هَذِهِ الْأَرْضِ فَقِيلَ: كَرْبَلَاءُ فَقَالَ: اللَّهُمَّ إِنِّي أَعُوذُ بِكَ مِنَ الْكَرْبِ وَ الْبَلَاءِ ثُمَّ قَالَ: هَذَا مَوْضِعُ كَرْبٍ وَ بَلَاءٍ انْزِلُوا هَاهُنَا مَحَطُّ رِحَالِنَا وَ مَسْفَكُ دِمَائِنَا وَ هُنَا مَحَلُّ قُبُورِنَا بِهَذَا حَدَّثَنِي جَدِّي رَسُولُ اللَّه.
Dema ku gihîştin wê derê, Îmam Husên (S) pirsî: «Navê vê axê çi ye?» Gotin: «Kerbela ye.» Îmam fermo: «Xwedêyo, ez li te digirim ji xem û belayê.» Paşê fermo: «Ev der ciyê xem û belayê ye, dakevin! Li vir barên xwe deynin; li vir ciyê rijandina xwîna me û ciyê gorên me ye. Sond bi Xwedê, di vê derê de malbata min dê bibin dîl. Ceddê min Resûlê Xwedê (S) nûçe bi vî awayî dabû min» [7].
Barên xwe deynin, ev der Kerbela ye
Av û axa wê bi dil û can re nas e
Silav li te, axa Kerbelayê
Silav li te, mal û sitargeha me
Silav li te, newala evîna dilnexwaz
Çi xweş tê vir bêhna evînê
Silav li te, xêvetgeha xwişka min
Kuştargeha can-sotê ya Ekberê min
Kerbela, tu gihareya Esxero tu yî
Kuştargeha Ebasê navdar tu yî
Ez hatim, hemêza xwe veke
Ciyê mêvanê xwe amade bike
Çavkanî:
[1] Aşûra: Rêşe, motîvasyon, bûyer û encam; r. 379.
[2] Külliyata Mefatih el-Newîn; r. 599.
[3] Ehkamê Azadariyê; r. 114.
[4] Aşûra: Rêşe, motîvasyon, bûyer û encam; r. 379.
[5] Meqtel el-Huseyn a Xwarezmî, c. 1, r. 237 û Bihar el-Enwar, c. 44, r. 383.
[6] Aşûra: Rêşe, motîvasyon, bûyer û encam; r. 379.
[7] Lehûf, Seyîd bin Tawûs, r. 133.
Amadekar: Hemîd Riza Rezayî Urganî - Qûma Pîroz
Your Comment